Serokwezîr Barzanî îro bi Macron re hevdîtin dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê bi serokê Fransa Emmanuel Macron re behsa kirîz û aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê bike.

2 Berfanbar 2017 - 03:29
2 Berfanbar 2017 - 03:29
 0
Serokwezîr Barzanî îro bi Macron re hevdîtin dike

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, ku duh çû Parîsê, dê îro li Koşka Êlîzê bi serokomarê wî welatî Emmanuel Macron re hevdîtin bike.

Di hevdîtinê de tê pêşbînîkirin ku behsa kirîz û aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê her wiha pêwendiyên Kurdistan û Fransayê bên axaftin.

Ji ber ku qedexe li ser firokexaneyên Kurdistanê heye, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî destpêkê bi rêya deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl-Xabûr derbasî Tirkiyê bû û ji wir jî çû Fransa.

Hikûmeta Iraqê ji kerba encamdana referandoma serxwebûnê qedexe daniye ser firokexaneyên Kurdistanê.

Ev nûçe bi tevahî 1137 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:32:13