Serokwezîr Barzanî, Macron ji krîza tercuman rizgar kir

Piştî civîna serokomarê Frensa Macron ligel serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, her du serok derketin pêşberî kamerayan ji bo ku konferansa rojnamevanî li darxînin lê heman demê krîza tercumanê derket holê.

3 Berfanbar 2017 - 08:37
3 Berfanbar 2017 - 08:37
 0
Serokwezîr Barzanî, Macron ji krîza tercuman rizgar kir

Lê tercuman peyda nebûn. Li gorî protokolê divê Macron bi frensî biaxife, lê tercumanek tune bû ku gotina wî wergerîne zimanê Kurdî yan jî İnglîzî.

Macron aciz bû û got koçka me nikare press konferansekê amade bike. Serokomarê Frensa ji rojnamevanan pirs kir: Kî bi frensî, Kurdî an jî bi înglîzî dizane bila destê xwe bilind bike?

Çend deqe derbas bû lê belê hêja wergerek nehate peyda kirin.

Piştî vî rewşê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî mudaxele kir, got, Ez ê vî pirsgirêkê çareser bikim.

Barzanî gazî nûnerê hikûmeta Kurdistanê Elî Dolemerî kir, û jêre got tu ji Kurdî bike Frensî û ji Frensî bike Kurdî.

Bi vî şeklê krîz çareser bû û konferansa rojnamevanî dest pê kir.

Ev nûçe bi tevahî 1440 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:06:43