Serokwezîr: Çawa ku Peşmerge ji Kobanî derket divê PKK jî ji Şengalê derkeve
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji PKKê kir, ku li Şingalê bi awayekê aqilane tevbigere û got: "Çawa ku Pêşmerge bi hawara Kobanî çû û piştî timamkirina erka xwe vegeriya, divê PKK jî heman tiştî bike û ji Şingalê derkeve."

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku li ser malpera fermî ya wê hatiye belavkirin, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser rewşa Şingalê û hebûna PKKê li wê deverê û karesata Şingalê û alîkariya kurdên Rojavayê Kurdistanê kir.
Nêçîrvan Barzanî ragihand, "Ew spasiya kurdên Rojavayê Kurdistanê dikin ku di dema karesata Şingalê de hevkariya xwîşk û birayên xwe yên kurdên êzidî kirin û alîkarî dan wan."
Nêçîrvan Barzanî herwiha tevî spasiyên ji bo alîkariyên PKKê, derbarê hebûna hêzên çekdarî yên PKKê li deverên de jî got: "Çawan ku di dema rizgarkirina Kobanî de, Pêşmegre bi hawara Kobanî çûn û piştî timambûna erka xwe vegeriyan Herêma Kurdistanê, em li benda heman tiştî ne, ku PKK bi heman şêweyeî reftar bike û deverê biterikîne, da ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî bikarin proseya avedankirinê û vegerandina jiyanê bo Şingalê û derdora wê dest pê bikin."
Nûvekirina herî dawî: 11:29:26