Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Davosê bi Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê re civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16.01.2024an li Davosê bi Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan re civiya.

17 Çile 2024 - 03:16
17 Çile 2024 - 03:16
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Davosê bi Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê re civiya

Mijara sereke ya civînê, êrîşa li ser Hewlêrê û giringiya parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê bû.

Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez kir, dê ligel Serok Joe Biden behsa tedbîrên ji bo parastina aştiyê li navçeyê bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku berdewamiya êrîş û armanckirina sivîlan, ti bihaneyekê hilnagire û divê were rawestandin.

Ev nûçe bi tevahî 596 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:24:57