Serokwezîr peyama sersaxî ji Mîr Tehsîn re şand

Li gorî zanyariyên berdest, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber wefata hevjîna mîrê kurdên êzidî Mîr Tehsîn Beg peyama sersaxiyê da.

24 Sibat 2017 - 02:58
24 Sibat 2017 - 02:58
 0
Serokwezîr peyama sersaxî ji Mîr Tehsîn re şand

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got: "Ji ber koça dawî ya hevjîna we Tirko Cindî (Rehma Xwedê lê be), sersaxiyê ji we û ji malbata we re dixwazim. Em hêvîdar in Xwedayê Mezin û Dilovan wê bixe ber dilovaniya xwe û ji we û malbata we re sebir û aramî bibexşîne."

Barzanî di berdewamiya peyama xwe de got: "Em beşdar û hevbeşê xemgîniya we ne û em hêvîdar in ku ev bibe xemginiya dawî ya malbata we û temenê we dirêj be."

Hevsera mîrê kurdên êzidî Mîr Tehsîn Beg Tirko Cindî çend roj berê koça dawî kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 1795 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:01:12