Sılêmanî: Pêşmergeyan 2 dron xistin

Li Silêmaniyê hêzên Yekîneya 70yî ya Hêzên Pêşmergeyan ragihand ku wan 2 dron xistine xwarê.

2 Tîrmeh 2025 - 10:56
2 Tîrmeh 2025 - 10:56
 0
Sılêmanî: Pêşmergeyan 2 dron xistin

Li gorî agahiyên ji rayedaran, dronek li taxa Taslûceyê ya Silêmaniyê û ya din jî nêzîkî baregeha Yekîneya 70ya Hêzên Pêşmergeyan ket.

Dron li nava malan ket û bû sedema tirsa xelkê.

Berdevkê Yekîneya 70yî ya Hêzên Pêşmergeyan Ehmed Letîf di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand:

“Dronek li Taslûceyê û ya din jî nêzîkî baregeha me ket.”

Dîmenên drona ku li Taslûceyê ket li ser medyaya civakî hatin parvekirin.

Di dîmenan de dengê teqîneke mezin tê bihîstin û piştre agir bilind dibe.

Ev nûçe bi tevahî 198 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:14:00