Silopî: Li nêzîkî deriyê sînorî şofêrek hat kuştin

Li navçeya Silopî ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê nêzîkî Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl şofêrê barhilgirekê rastî êrîşa çekdarî hat û di encamê de canê xwe ji dest da.

22 Berfanbar 2022 - 03:25
22 Berfanbar 2022 - 03:25
 0
Silopî: Li nêzîkî deriyê sînorî şofêrek hat kuştin

Li gor agahiyan roja Çarşemê 21ê Kanûna 2022an li navçeya Silopî ya ser bi parêzgeha Şirnexê nêzîkî Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl (Xabûr) ê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê çend kesên ku nasnameya wan nehatiye diyarkirin bi çekan êrîşî şofêrê barhilgirekê kirine û di encamê de şofêrê bi navê Aras Nayci yê 31 salî birîndar bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê û şofêrê birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê hatiye veguhestin lê tevî hemû midexaleyan Aras Nayci li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyan derbarê bûyerê de 5 kes hatine desteserkirin.

Ev nûçe bi tevahî 571 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:58:10