Şirketa Norwecê li Kurdistanê hilberîna petrolê 3 qat zêde kir

Şirketa petrol a DNO ku navenda wê li Norwecê ye hilberîna xwe ya petrolê li Kurdistanê 3 qat zêde kir û rojane derxiste 15 hezar bermîl.

12 Berfanbar 2017 - 07:04
12 Berfanbar 2017 - 07:04
 0
Şirketa Norwecê li Kurdistanê hilberîna petrolê 3 qat zêde kir

Şirketa DNO ya Norwecê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li herêma Pêşxabûrê bîra sêyemîn bi serkeftî hat vekirin û hilberîna petrol a rojane 3 qat zêde bû.

Li gorî daxuyaniya şirketa DNOyê, rojane hilberîna 15 hezar bermîl petrol tê kirin û şirket niha li 10 bîrên petrolê û li blokeke xaza siruştî xebatên xwe dimeşîne.

DNO li Kurdistanê her roj xebatên xwe firehtir dike û li gorî daxuyaniyê niha li ser vekirina 5 bîrên din xebat didomin û dê hilberîna petrol a şirketa norwecî zêdetir bibe.

Ev nûçe bi tevahî 1502 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:25:43