Sûdanî: Deng bidin alîgirên Tîma Zaxoyê

Ofîsa Serokwezîrê Îraqê xwest ku ji bo bilindkirina navê Îraqê, deng ji bo alîgirên Tîma Zaxoyê bê dayîn.

18 Mijdar 2025 - 10:06
18 Mijdar 2025 - 10:06
 0
Sûdanî: Deng bidin alîgirên Tîma Zaxoyê

Alîgirên Zaxoyê ji aliyê FIFAyê ve ji ber piştgiriya wan a ji bo zarokên bi penceşêrê ketine, ji bo Xelata "Alîgirê Herî Baş" a sala 2025an hatiye namzedkirin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî daxuyaniyek belav kir û tê de bang li hemû alîgiran kir ku piştgiriyê bidin Tîma Zaxoyê. 

Serokwezîrê Îraqê ji alîgir û komeleyên tîmên din ên werzişê yên Îraqê xwest ku "piştgiriyê bidin alîgirên Tîma Zaxoyê da ku navê Îraqê di bûyerên navneteweyî de bilind bikin.”

Kampanyaya dengdanê dest pê kiriye

Tîma Werzişê ya Zaxoyê, ji aliyê Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) ve wekî yek ji sê namzedên dawî yên ji bo wergirtina xelata "Alîgirê Herî Baş ê Salê" (FIFA Fan Award) hatiye destnîşankirin.

Ji bo komkirina dengan kampanyayeke berfireh hatiye destpêkirin.

FIFA li ser malpera xwe ya fermî sedema namzedkirina alîgirên Zaxoyê wiha rave kiriye:

"Alîgirên Tîma Zaxoyê, beriya lîstika bi Tîma Hudûdê re, bi avêtina bûkokan (pêlîstok) bo nav yarîgehê piştgirî dan zarokên bi penceşêrê ketine."

Dengdana ji bo hilbijartina alîgirê herî baş ê cîhanê heta 28ê vê mehê berdewam dike.

Du rikeberên Zaxoyê kî ne?

Du rikeberên din ên alîgirên Zaxoyê, Alejandro Ciganotoyê Arjantînî û alîgirê koçkirî yê Spanyayê Manolo el del Bombo ne.

Alejandro Ciganotto: Alîgirekî Arjantînî ye ku bi otostopê nêzîkî 6,500 kîlometre rê biriye da ku beşdarî hemû lîstikên Tîma Racing Clubê yên li derveyî stadyuma wê bibe.

Manolo el del Bombo: Alîgirê efsanewî û koçkirî yê Spanyayê ku çil salan bi dahola xwe ya navdar li gel tîma welatê xwe bû.

 

Ev nûçe bi tevahî 28 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:40:09