Nêçîrvan Barzanî û Osman Baydemîr pêvajoya çareseriyê gotûbêj kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gotûbêj kir.

18 Mijdar 2025 - 10:04
18 Mijdar 2025 - 10:04
 0
Nêçîrvan Barzanî û Osman Baydemîr pêvajoya çareseriyê gotûbêj kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh li Hewlêrê  siyasetmedarê Kurd û şaredarê berê yê Amedê Osman Baydemir pêşwazî kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de, pêvajoya çareseriyê  ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

"Divê derfeta aştiyê ji dest neçe"

Her du alî li ser girîngiya serxistina pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hemfikir bûn û wan tekez kir ku aştiya li Tirkiyeyêp dê bandoreke erênî li ser tevahiya herêmê bike.

Nêçîrvan Barzanî di vê çarçoveyê de, careke din ducare kir ku divê derfeta aştiyê ji dest neçe û pêwîst e her kes ji bo serxistina wê bixebite.

“Rol û hewlên we girîng in"

Ji aliyê xwe ve, Osman Baydemîr jî ji bo rol û hewlên wî yên ji bo serxistina pêvajoyê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Baydemîr her wiha xwest ku rol û hewlên Nêçîrvan Barzanî di vî warî de bidomin.

Li gorî daxuyaniyê hilbijartinên parlamentoya Îraqê, rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî hatin gotûbêjkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 48 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:50:56