Nagehan Alçi: Demîrtaş dê di nava vê hefteyê de were berdan

Rojnameger Nagehan Alçiyê got, "Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer gihiştine min, Selahattîn Demîrtaş dê vê hefteyê bê berdan."

12 Mijdar 2025 - 10:55
12 Mijdar 2025 - 10:55
 0
Nagehan Alçi: Demîrtaş dê di nava vê hefteyê de were berdan

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş 9 sal in girtî ye.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku mafê wî hatiye binpêkirin û xwest ku were berdan.

“Li gorî agahiyên ku…”

Rojnameger Nagehan Alçiyê li hesabê xwe yê Xê ev tişt gotin:

"Ez dinêrim ji doh ve tê axaftin… Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên min ên pêbawer gihiştine min, Selahattîn Demîrtaş dê di nava vê hefteyê de were berdan…"

 

Ev nûçe bi tevahî 13 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:04:12