Tê xwastin partiyên îslamî yên Başûr bibin yek partî

Endamekî rêveberiya Bizava Îslamî ya Kurdistanê dibêje, tê xwastin ku sê partiyên îslamî yên Başûrê Kurdistanê bibin yek, em jî bo vê yekê amade ne xwe hilweşînin.

17 Avrêl 2017 - 06:40
17 Avrêl 2017 - 06:40
 0
Tê xwastin partiyên îslamî yên Başûr bibin yek partî

Endamê polîtburoya Bizava Îslamî ya Kurdistanê Ebdullah Wertî ji BasNewsê re got, hinek kesên îslamî dixwazin partiyên îslamî yên Herêma Kurdistanê (Yekgirtû, Komel û Bizava Îslamî) xwe bikin yek partî da ku bihêztir bibin.

Ebdullah Wertî her wiha got, eger partiyên din yên îslamî razî bin em jî amade ne xwe hilweşînin û tevlî wan bikin.

Wî endamê polîtburoya Bizava Îslamî anî ziman ku ew li bendê ne partiyên îslamî carek din bicivin û helwesta xwe li ser vê yekê eşkere bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1281 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:44:24