Tevgera Gorran: YNK û PDK gihiştine têgihiştina seretayî

Berdevkê Tevgera Gorran Dilêr Ebdulxaliq ragihand, YNK û PDK ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe gihîştine têgihiştineke serekeyî û em hêvîdar in di destpêka sala nû de dest bi civînan bo çareserkirina pirsgirêkên xelkê bikin.

26 Berfanbar 2022 - 02:37
26 Berfanbar 2022 - 02:37
 0
Tevgera Gorran: YNK û PDK gihiştine têgihiştina seretayî

Di hevpeyvîneke taybet a Dilêr Ebdulxaliq got: ‘’Tevgera Gorran piştevaniya hewlên danustandinên PDK û YNKê dike û li gor raportan destpêkî têgihiştinek heye û ew piştevaniya vê pêşveçûnê dikin.

Herwiha Dilêr Ebdulxaliq dibêje: "Di mijara darayî de, em di wê baweriyê de ne ku divê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û pirsa mûçe li ser bingeha destûrê bên çareserkirin."

Berdevkê Tevgera Gorran Dilêr Ebdulxaliq ragihand, dema YNK û PDKê pirsgirêk hebin, dê bibe asteng li pêşiya cîbicîkirina bernameya hikûmetê, ku erka hevbeş a hemû aliyan e û gotara Kurdistanî ye. Ev berpirsyariya YNK û PDKê ye. Tîmên me yên di hikûmet, parlamento û encûmenên xwecihî de bûne sedemek baş ji bo nêzîkkirina herdu aliyan.

Dilêr Ebdulxaliq dibêje: “Her du hêz gihiştine rêkeftineke destpêkê û em hêvîdar in di destpêka sala bê de her du partî û aliyên din bi hev re rûnin û pirsgirêkên xelkê çareser bikin.’’

Ev nûçe bi tevahî 1339 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:48:49