Tirkiye baregehên PKKê yên li herêma Biradostê bombebaran dike
Firokeyên şer ên Tirkiyê baregehên PKKê yên li herêma Biradostê ya li nahiya Sîdekanê bombebaran kirin.

Îro firokeyên şer ên Tirkiyê baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li çiyayê Bolê yê herêma bombebaran kirin.
Firokeyên şer 4 caran li pey hev ew dever bombebaran kirin.
Nahiya Sîdekan ser bi qezaya Soranê ve ye û 144 kîlometroyan dikeve bakurê rojhilatê Hewlêrê, ji ber ku hevsînorê Îran û Tirkiyê ye, ew navçe gelek caran ji aliyê Îran û Tirkiyê ve bi bihaneya hebûna PKKê û partiyên din Rojhilatê Kurdistanê, tê bombebarankirin û di encamê de welatî dibin qurbanî û ziyanên mezin digihe sektora çandiniyê li herêmê.
Nûvekirina herî dawî: 07:17:47