Tirkiyê derdora gundekî Şarbajêr bombebaran kir

Firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê derdora gundê Şêxelmarên yê ser bi navçeya Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin.

6 Cotmeh 2022 - 04:01
6 Cotmeh 2022 - 04:01
 0
Tirkiyê derdora gundekî Şarbajêr bombebaran kir

Firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê çekdarên PKKê li nêzîkî gundê Şêxelmarên kirin armanc.

Heta niha ti zanyariyeke fermî derbarê ziyanan de nehatiye belavkirin.

Li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, duh sêşemê 4ê Cotmeha 2022yan, di demjimêr 14:35an de droneke artêşa Tirkiyê li nahiya Zelan a ser bi navçeya Şarbajêr a li parêzgeha Silêmaniyê otomobîleke çekdarên PKKê kiriye armanc, di encamê de du çekdarên PKKê hatine kuştin û çekdarek jî birîndar bûye

Ev nûçe bi tevahî 654 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:35:02