Mesrûr Barzanî peyamek arasteyi êzdîyên Kurdistan û cîhanê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi helkeftina hatina cejna Cemayê, pîrozbahiyê li Êzidiyan dike

6 Cotmeh 2022 - 03:57
6 Cotmeh 2022 - 03:57
 0
Mesrûr Barzanî peyamek arasteyi êzdîyên Kurdistan û cîhanê kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 6ê Cotmeha 2022an peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand, “Bi helkefta hatina cejna Cemayê, germtirîn pîrozbahiyan li tevahiya xweşik û birayên Êzidiyên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim, hêvîdar im di keşeke aştî, aramî û pir xweşî de, vê cejnê derbas bikin.”

Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir; “Di vê helkeftê de dubare dikin ku her dem em ê li ser piştevaniya li maf û daxwazên xwişk û birayên Êzidî û zêdetir xizmetkirina wan berdewam bin.

Ev nûçe bi tevahî 634 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:52:49