Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Tirkiyeyê îro du gundên qezaya Amêdiyê ya Dihokê bombebaran kirin.

22 Sibat 2024 - 08:40
22 Sibat 2024 - 08:40
 0
Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin

Tirkiyeyê îro danê sibehê derdora gundên Guherzê û Belaveyê yên Amêdiyê bombebaran kir.

Heval Birkahîniyê ku şêniyekî herêmê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku bombebarana Tirkiyeyê xisar gihandiye sîstema avê ya gundan.

Heval Birkahînî herwiha da zanîn, quntarê Çiyayê Metînayê hatiye bombebarankirin ku dikeve bakurê gundên Guherzê û Belaveyê.

Ev nûçe bi tevahî 986 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:03:25