Mesrûr Barazanî serdana Bîrdariya Şehîdên Helebce kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê geheşt Helebce û di yekem rawesteka wî ya de serdana Helebceyê de, serdana monoment ango Bîrdariya Şehîdên Helebceyê kir.

22 Sibat 2024 - 06:03
22 Sibat 2024 - 06:03
 0
Mesrûr Barazanî serdana Bîrdariya Şehîdên Helebce kir

Îro 22.02.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî geheşt parêzgeha Helebce û yekem rawesteka wî serdana Bîrdariya Şehîdên Helebceyê bû û serdana beşên bîrdariyê kir û tacegul li pêş sembola şehîdên Helebceyê danî.

Piştre Serokê Hikûmetê di lênûsa bîrdariyê de nivîsek nivîsand û amaje bi wê yekê kir ku: ‘’Serbilindim ku careke din serdana bajarê Helebce ye Şehîd dikim. Daxwaz ji xwedayê mezin dikim, ruhê şehîdan bi beheşta xwe şad bike û selametiyê bide birîndaran.’’

Mesrûr Barzanî nivîsa xwe de got: ‘’Xizmetkirina Helebce em wek erkê xwe dizanin û pêwîste em hemû hewl bidin tewan li hember xelkê Kurdistanê neyên dubare kirin.’’

Ev nûçe bi tevahî 727 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:20:29