Tirkiyeyê Şêladizê bombebaran kir: Du sivîl hatin kuştin
Li nahiyeya Şêladizê ya Dihokê di bombebarana Tirkiyeyê de du sivîl hatin kuştin û sivîlek jî birîndar bû.

Temenên wan di navbera 35 û 40 salî de ne û ji gundê Dêwîkê yê Şêladizê ne.
Di vê bombebarana Tirkiyeyê de Seîd Mubarek Dêwîkî û Araza Ferec canê xwe ji dest daye û Salih Mubarek jî birîndar bûye.
Li gorî agahiyên ku xizmên wan dane, ew sivîl ji bo çinîna giyê çûne Çiyayê Girê lê bûne hedefa balafirên Tirkiyeyê.
Nûvekirina herî dawî: 18:47:42