Tirkiyeyê dîsa Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir

Tirkiyeyê îşev derdora saet 22:00an li Rojavayê Kurdistanê hinek herêm bombebaran kirin.

9 Cotmeh 2023 - 03:11
9 Cotmeh 2023 - 03:11
 0
Tirkiyeyê dîsa Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku wan 6 cih bombebaran kirine.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, di nav cihên ku hatine bombebarankirin de “sitargeh û tesîsên petrolê” jî hene.

Li aliyê din, Rêveberiya Xweser heta niha li ser van êrişan îşêv ti daxuyanî nedane.

1ê vê mehê demjimêr derdora 09:30î 2 kesan li Enqereyê bi otomobîlekê êriş pêk anîbû.

HPGyê da zanîn ku êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.

Artêşa Tirkiyeyê, piştî vê teqînê êrişên xwe yên li başûr û rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Ev nûçe bi tevahî 1222 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:16:46