Tirkiyeyê li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê daxuyanî da

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê dest pê kiriye.

27 Îlon 2025 - 11:01
27 Îlon 2025 - 11:01
 0
Tirkiyeyê li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê daxuyanî da

Piştî nêzîkî 30 mehan serê sibehê, petrola Herêma Kurdistanê bi rêya xeta boriyê ber bi Bendera Ceyhanê ve hat hinardekirin.

Ev yek piştî wê yekê hat ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Îraqê û şirketên petrolê li hev kir.

Alparslan Bayraktar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û got:

“Ji Boriya Petrola Xav a Îraq-Tirkiyeyê ku ji ber erdhejên 6ê Sibata 2023yan, bi awayekî demkî hatibû girtin, piştî ku 4ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ji aliyê BOTAŞê ve ji bo operasyonê hat amadekirin, îro sibehê demjimêr 07:07an careke din herikîna petrolê dest pê kir.”

Petrol ji aliyê kompanyayan û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ve li Pêşxabûrê radestî Kompanyaya Petrolê ya Bakur tê kirin.

Piştre ber bi Bendera Ceyhanê ve tê hinardekirin û di depoyên petrolê de tê bicihkirin.

Ji wir jî ew kompanyayên ku bi SOMOyê re peymanên wan hene, petrolê dikirin.

Birêvebirê Giştî yê Kompanyaya SOMOyê Elî Nezar ragihandibû:

"Niha hilberîna rojane nêzîkî 240 hezar bermîl e.

Nêzîkî 50 hezar bermîl ji bo pêdiviyên navxwe tê veqetandin û ya mayî, nêzîkî 190 hezar bermîl rojane tê hinardekirin.

Ev hejmar ne cîgir e û nehatiye çesipandin."

Li gorî Ofîsa Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, zerera madî ya rawestandina hinardekirina petrolê zêdetirî 28 milyar dolar bûye.

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji Adara sala 2023yan ve û di encama biryareke Dadgeha Tahkîmê ya Parîsê de hatibû rawestandin.

Wê demê, li gel petrola Kerkûkê, asta hinardekirina rojane digihîşt nêzîkî 400 hezar bermîlî.

 

Ev nûçe bi tevahî 30 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:25:21