Trump: Eger hevdîtin baş be, em dikarin cezayan rakin

Serokê Amerîkayê Trump, firotina F-35an piştrast kir, rakirina cezayên CAATSAyê bi serkeftina hevdîtinê ve girê da û got, "Serkeftina li Sûriyeyê ya Erdogan e."

26 Îlon 2025 - 10:44
26 Îlon 2025 - 10:44
 0
Trump: Eger hevdîtin baş be, em dikarin cezayan rakin

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, li ser vexwendina Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî 6 salan serdana Koşka Spî kir.

Her du serokan di hevdîtina xwe ya li Koşka Spî de, mijarên wekî Sûriye, Xeze, F-35 û cezayên CAATSAyê de daxuyaniyî dan.

Ev hevdîtin, 8 meh piştî Trump di 20ê Çileya îsal de sonda yasayê xwar û dest bi serdema xwe ya duyem kir pêk hat.

Divê were gotin ku Erdogan di serdema serokatiya Joe Biden de serdana Koşka Spî nekiribû.

"Em dikarin cezayan rakin"

Serokê Amerîkayê, li ser pirsa ka ew dê kengî cezayên CAATSAyê rake got, "Eger hevdîtineke me ya baş çêbibe, her kêlî dibe."

Wî her wiha diyar kir ku ew dê li ser bacên gumrikê jî biaxivin.

Trump, li ser firotina bvalafirênn F-35an jî got, "Em derbarê balafirên şer de bi Tirkiyeyê re diaxivin, erê. Em li ser vê mijarê diaxivin."

Li aliyê din, hat dîtin ku Trump bi rozeteke balafira şer Erdogan pêşwazî kir.

"Serkeftina li Sûriyeyê ya Erdogan e"

Trump, derbarê Sûriyeyê de got, "Tiştê ku li Sûriyeyê qewimî, serkeftina Erdogan e," û wiha pê de çû,"Ev ji bo Tirkiyeyê serkeftineke mezin e.

Divê em derfetê bidin Sûriyeyê. Rakirina cezayan Erdogan bi xwe ji min xwest."

Serokê Amerîkayê her wiha ji Erdogan xwest ku Tirkiye kirîna petrola Rûsyayê rawestîne û got,“ Bi milyonan mirovan jiyana xwe ji dest da lê ji bo çi? Ev şermek e.”

Mijara Xezeyê û dîlan

Li ser pirsa ka gelo ew û Erdogan derbarê Xezeyê de hemfikir in an na, Trump got, "Ez niha wê yekê nizanim. Em dixwazin şerê li Xezeyê bi dawî bikin."

Wî amaje pê kir ku îro dibe ku di mijara Xezeyê de pêşketinên girîng çêbibin û got ku ew bi serkirdeyên herêmê re li ser çareseriyekê dixebitin û hewl didin dîlan vegerînin.

Peyamên dostaniyê û rojeva dan û standinan

Donald Trump pesnê Erdogan da û got, "Erdogan li cîhanê kesekî gelekî bi rêz e. Hêzeke leşkerî ya mezin ava kiriye. Rêzeke min a mezin ji vî zilamî re heye."

Trump her wiha berdana keşe Brunson jî bi bîr xist û got, "Min ew tişt ti carî ji bîr nekir."

Recep Tayyîp Erdogan jî kêfxweşiya xwe ji bo serdanê anî ziman û got, "Gerek di serdema yekem û gerek jî di serdema duyem a Birêz Trump de, em di pêwendiyên Tirkiye-Amerîkayê de serdemeke cuda dijîn.

Em dê derfetê bibînin ku li ser mijarên F-35, F-16 û Halkbankê bi berfirehî biaxivin."

Heyetên payebilind

Di serdana Erdogan a Koşka Spî de, Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Tirkiyeyê Yaşar Guler, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Balyozê Tirkiyeyê yê Washingtonê Sedat Onal hazir bûn.

Di heyeta Amerîkayê de jî Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkyê Marco Rubio, Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth û Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent amade bûn.

 

Ev nûçe bi tevahî 12 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:52:32