Peyama Mesrûr Barzanî ya li ser hinardekirina petrolê

Piştî rêkeftin û biryara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, "Em tekezî li ser bicihanîna hemû mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dikin."

26 Îlon 2025 - 10:43
26 Îlon 2025 - 10:43
 0
Peyama Mesrûr Barzanî ya li ser hinardekirina petrolê

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî duh li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got, "Îro em gihiştin peymaneke dîrokî ku li gorî wê Wezareta Petrolê dê petrola xav a ku ji bîrên Herêma Kurdistanê tê hilberîn wergire û bi rêya boriya Îraq-Tirkiyeyê hinarde bike.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser hesabê xwe yê Xê di peyamekê de ragihand:

"Rêkeftina îro ya di navbera Herêma Kurdistanê û kompanyayên hilberîna petrolê de li gel Wezareta Petrolê ya Îraqê û Kompanyaya SOMOyê, destkefta westan û hewldaneke zêde ya tîm û şandeyên hemû aliyan bû.

Bi vê gavê, bîrên Herêma Kurdistanê careke din bi bazara cîhanî ya petrolê ve hatin girêdan."

Hewlêr, Bexda û kompanyayên petrolê 22yê Îlonê rêkeftineke sêalî ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê îmze kir ku li gorî rêkeftinê dê rojane 230 hezar bermîl petrol were hinardekirin.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê îro ragihand ku piştî îmzekirina rêkeftina sêalî, di nava 48 demjimêrên bê de, dê dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê were kirin.

Mesrûr Barzanî destxweşî li hemû aliyan û bi taybetî li xelkê xweragir ê Kurdistanê kir ku "di vê roja dîrokî de astengiyeke mezin li pêşiya dabînkirina mafên darayî yên xelkê Kurdistanê rakirin û bi hinardekirina petrolê, em tekezî li ser bicihanîna hemû mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dikin."

Wezareta Petrolê ya Îraqê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê da ku ew ji bo radestkirin û hinardekirina petrola bîrên Herêma Kurdistanê ya bi rêya Kompanyaya Bazarkirina Petrola Îraqê (SOMO) gihîştine rêkeftinekê, ji bilî beşê ku ji bo bikaranîna navxweyî ye.

Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand, SOMO dê bi rêya boriya Îraq-Tirkiyeyê ber bi bendera Ceyhanê ve erkê hinardekirina petrolê bigire ser xwe û ev yek jî dê li gorî rêkarên berdest, destûr û bendên yasayî yên di nava Yasaya Budceya Giştî û biryarên Dadgeha Bilind a Federal de be.

 

Ev nûçe bi tevahî 12 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:52:39