Trump ji pêşniyara nû ya Îranê ne razî ye
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji pêşniyara Îranê ya li ser bipaşxistina dan û standinên nukleerê ya ji bo piştî şer a li beramberî vekirina Tengava Hurmizê ne razî ye.
Li gorî çavkaniyên Koşka Spî yên ku ji Reuters, The New York Times û CNNê re axivîne, Trump li ser helwesta xwe rijd e ku divê mijara nukleerê mijara herî sereke ya her peymana muhtemel be.
"Mijara nukleerê nayê bipaşxistin"
Rayedarên ku haya wan ji hevdîtinên Trump ên bi şêwirmendên wî re heye, ragihand ku Serokê Amerîkayê li dijî bipaşxistina mijara nukleerê ye.
Tê diyarkirin ku birêvebiriya Washingtonê dixwaze ku şiyana nukleerê ya Îranê bi temamî ji holê rake û ev mijar beriya hemû sernavên din bê gotûbêjkirin.
Dorpêç karta herî bihêz a Amerîkayê ye
Li gorî nirxandinên CNNê, birêvebiriya Amerîkayê rakirina dorpêça li ser benderan a bêyî wergirtina garantiyên şênber ên derbarê bernameya nukleerê ya Tehranê, wekî "şaşiyeke stratejîk" dibîne.
Rayedar di wê baweriyê de ne ku rakirina dorpêçê dê karta herî bihêz a Washingtonê ya di dan û standinan de qels bike û wextê bide Îranê.
Trump diyar dike ku her planeke ku bernameya nukleerê li xwe negire dê têr neke.
Rayedarên Amerîkayî jî destnîşan dikin ku dorpêç dikare tenê wê demê were sivikkirin ku Îran derbarê bernameya xwe ya nukleerê gavên veneger biavêje.
Hat ragihandin ku tîma ewlehiya neteweyî ya Trump jî hişyarî daye ku paşxistina dan û standinên nukleerê ya ji bo demeke nediyar dikare metirsiyên li herêmê zêde bike.
Guşara aborî û xitimîna dîplomatîk
Tê gotin ku pêşniyara Îranê bi zêdebûna guşara aborî û tijîbûna kapasîteya embarkirina petrolê ve girêdayî ye.
Lê belê nêzîkatiya "kontrola nukleerê ya tam" a Trump, dîtina çareseriyeke dîplomatîk a di navbera her du aliyan de zehmet dike.
Nûvekirina herî dawî: 19:19:14