Qeyûmê berê yê Xelfetiyê bi tohmeta gendeliyê hat girtin
Şaredar û qeyûmê berê yê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê Şeref Albayrak, di operasyona gendelî û sextekariyê de ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Li navçeya Xelfetiyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 24ê Nîsanê di operasyona gendelî û sextekariyê ya li Şaredariya Xelfetiyê de 50 kes hatibûn desteserkirin ku 28 ji wan karmendên hikûmetê bûn.
Piştî wergirtina îfadeyan, 4 kes li birêvebiriya ewlehiyê hatin berdan.
29 kes hatin girtin
Roja 27ê Nîsanê 46 kesên ku di nav wan de Şeref Albayrak, endamên meclisa şaredariyê, karmend û esnaf jî hebûn, sewqî Dadgeha Bêrecûkê hatin kirin.
Dadgeha Bêrecûkê derbarê Şeref Albayrak û 28 kesên din de bi tohmetên “avakirina rêxistina tawanê” û “gendeliyê” biryara girtinê da.
Di heman dozê de 3 kes serbest hatin berdan û 14 kes jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.
Hûrgiliyên operasyonê
Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku piştî tespîtkirina gendelî û sextekariyê ya ji aliyê mufetîşên Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve, Serdozgeriya Komarê ya Bêrecûkê derbarê 51 kesan biryara desteserkirinê da ku 28 ji wan karmendên hikûmetê ne.
Di operasyonan de 50 kes hatin desteserkirin û hewldanên ji bo desteserkirina kesê mayî jî didomin.
Şeref Albayrak kî ye?
Şeref Albayrakê ku wê demê Qeymeqamê Xelfetiyê bû, sala 2017an wekî qeyûm danîbûn ser Şaredariya Xelfetiyê ya HDPyê.
Albayrak sala 2019an wekî namzedê AK Partiyê bû Şaredarê Xelfetiyê û heta sala 2024an li ser karê xwe ma.
Şeref Albayrak di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de careke din ji aliyê AK Partiyê ve wekî namzed hat nîşandan lê li hemberî namzedê DEM Partiyê têk çû.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê piştî hilbijartinan, 4ê Çiriya Paşîn a 2024an careke din qeyûm danî ser Şaredariya Xelfetiyê.
Nûvekirina herî dawî: 19:13:57









































































































































































