Xamineyî: Ti sûda gotûbêja bi Amerîkayê re nîne

Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî diyar kir ku di rewşa heyî de gotûbêja bi Amerîkayê re ti sûdan nade berjewendiyên neteweyî yên Îranê û berovajî dibe ku bibe sedema zererên mezin ên ku nayên telafîkirin.

24 Îlon 2025 - 10:47
24 Îlon 2025 - 10:47
 0
Xamineyî: Ti sûda gotûbêja bi Amerîkayê re nîne

Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ji televîzyona fermî re li ser gotûbêjên Îranê yên bi Amerîkayê re axivî.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî ji bo beşdariya Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye.

Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî got:

“Di rewşa heyî de gotûbêja bi Amerîkayê re ne ku ti tevkariyan li berjewendiyên me yên neteweyî nake, ti sûda wê jî ji bo me nîne.

Berovajî, di rewşa heyî de gotûbêja bi Amerîkayê re dikare bibe sedema zererên mezin ên ku nayên telafîkirin.”

Xamineyî da zanîn ku birêvebiriya Amerîkayê ne gotûbêjê zordariyê dike û anî ziman:

“Armanca Amerîkayê ji gotûbêjên atomî ew e ku dawî li çalakiyên atomî yên Îranê û xwedîbûna mûşekên menzîlkurt an dirêj bîne, da ku dema êriş bike, şiyana Îranê ya bersivdayînê nemîne.”

Xamineyî destnîşan kir ku Amerîka dema derfetê dibîne êrişên curbicur pêk tîne û êrişên terorîstî li dijî rayedaran dike û wiha pê de çû:

"Bi aliyekî wiha re gotûbêj nayê kirin. Bi ya min gotûbêja bi Amerîkayê re bi temamî rêyeke girtî ye."

Xamineyî tekezî li ser wê yekê kir ku pêdiviya Îranê bi çekên atomî nîne û ji ber vê yekê wan rêjeya dewlemendkirina uranyumê derxistiye asta ji sedî 60î.

Xamineyî destnîşan kir ku armanca Îranê ya çêkirina bombeya atomî nîne.

 

Ev nûçe bi tevahî 31 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:10:44