Trump û Ehmed Şer qala çi kir?

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ragihand ku wî bi Donald Trump re li ser pêwendiyên Amerîka-Sûriyeyê û hevsengiyên herêmî yên li Rojhilata Navîn gotûbêj kiriye.

11 Mijdar 2025 - 10:27
11 Mijdar 2025 - 10:27
 0
Trump û Ehmed Şer qala çi kir?

Ehmed Şer piştî hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re di hevpeyvîneke xwe ya bi kanala Fox Newsê re, serdana xwe ya yekem a Washingtonê nirxand.

Şer diyar kir ku Sûriye di dema rejîma berê de 60 salan ji cîhanê îzole bûbû û di vê pêvajoyê de di navbera Amerîka û Sûriyeyê de qutbûnek çêbûbû û ji ber vê yekê serdana wî ya yekem a Koşka Spî piştî avabûna Sûriyeyê gelekî girîng e.

Şer anî ziman ku piştî rûxandina rejîma berê, Sûriye ketiye qonaxeke nû û di vê qonaxa nû de, bi taybetî di pêwendiyên bi Amerîkayê re, dikarin li ser "stratejiyeke nû" bimeşin.

Sûriye û Koalîsyona li Dijî DAIŞê

Ehmed Şer got ku wan bi Serokê Amerîkayê Trump re mijara tevlîbûna Sûriyeyê ya nav Hevpeymaniya li Dijî DAIŞê gotûbêj kiriye û dê di mijara têkoşîna li dijî DAIŞê de bi Washingtonê re hevdîtinên xwe bidomînin.

Şer destnîşan kir ku wan 10 salan li dijî DAIŞê gelek şer kirine û wiha nirxand:

"Sedem hene ku artêşa Amerîkayê li Sûriyeyê be û niha divê bi hikûmeta Sûriyeyê re di nav hevahengiyê de be.

Ji ber vê yekê divê em van mijaran gotûbêj bikin, bi Amerîkayê re li ser têkoşîna li dijî DAIŞê biaxivin û bigihîjin rêkeftinekê."

Şer diyar kir ku wan bi Trump re mijara rakirina cezayan a bi temamî ya li ser Sûriyeyê jî gotûbêj kiriye û amaje bi biryara rakirina cezayên li ser wî û hinek berpirsên din ên Sûriyeyî ya li Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.

"Em niha rasterast bi Îsraîlê re nakevin nav dan û standinan"

Ehmed Şer di bersiva pirseke li ser paşeroja pêwendiyên Sûriye û Îsraîlê de diyar kir ku tevlîbûna Sûriyeyê ya ji bo Peymanên Abrahamê ne di rojevê de ye û got:

"Sînorê Sûriyeyê bi Îsraîlê re heye û Îsraîlê ji sala 1967an ve Girên Golanê dagir kirine.

Em niha rasterast bi Îsraîlê re nakevin nav dan û standinan, dibe ku Serok Trump alîkariya dan û standineke bi vî rengî bike."

"Divê Beşar Esed radestî Sûriyeyê bê kirin"

Wî di bersiva pirseke li ser wê yekê ku Beşar Esed hîn jî li Rûsyayê bi awayekî azad dijî de, daxuyand ku divê Esed hesabê kiryarên xwe bide û berdewam kir:

"Rûsya, bi awayekî, beşdarî şerê li dijî gelê Sûriyeyê bûye.

Ji ber vê yekê, wekî beşek ji dan û standinên bi Sûriyeyê re, divê hemû kesên lêgerîn li ser wan heye, di nav de Beşar Esed jî, radestî Sûriyeyê bên kirin.

Dibe ku Rûs di nêrîneke cuda de bin lê divê edalet pêk were."

Ehmed Şer û El Qaîde

Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê di bersiva pirseke li ser pêwendiya wî ya berê ya bi El Qaîdeyê re jî wiha got:

"Bi ya min ev mijareke berê ye. Me bi Serok Trump re ev yek gotûbêj nekir.

Em bi Trump re li ser paşerojê axivîn. Em li ser derfetên veberhênanê yên paşerojê yên li Sûriyeyê axivîn.

Sûriye êdî wekî hevalbendekî jeopolîtîk û cihekî ku Amerîka dikare veberhênanên mezin lê bike, bi taybetî di warê derxistina gazê de, tê dîtin."

 

Ev nûçe bi tevahî 8 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:33:54