Mesrûr Barzanî: Kesên niştimanperwer bişînin Bexdayê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bangî xelkê Herêma Kurdistanê kir ku beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê bibin û bi îradeya xwe ya azad, dûrî her zextê dengê xwe bidin û kesên dilsoz û niştimanperwer bişînin Bexdayê.

Li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Îraqê pêvajoya dengdanê saet 07:00an dest pê kir.
Zêdetirî 20 milyon dengder dê li zêdetirî 39 hezar sindoqan dengê xwe bidin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li navendeke dengdanê ya li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê dengê xwe da.
Mesrûr Barzanî piştî dengdanê daxuyanî da û bangî xelkê Kurdistanê kir ku biçin ser sindoqên dengdanê û bi îradeya xwe ya azad û dûrî her zextê biryarê bidin û dengê xwe bidin.
"Îro roja biryara gel e"
Mesrûr Barzanî got, “Îro roja biryara gel e. Ez hêvî dikim gel karibe di rewşeke aram û azad de, bi vîna xwe û dûrî her zextê dengê xwe bide û kesên dilsoz û niştimanperwer bişîne parlamentoya Îraqê da ku parastinê li mafên wan û mafên destûrî yên gel bikin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ev hilbijartin bi rengê "girîng" bi nav kir û got:
“Biryara gel a îro dê rê û şêwazê birêvebiriyê ya çar salên pêşiya me diyar bike."
Mesrûr Barzanî di heman demê de hêvî xwast ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê bi baldarî heta dawiya pêvajoyê hilbijartinê nêzîkî dengên dengderan bibe.
Nûvekirina herî dawî: 12:30:11





































































































































































