Trump: Xistina balafiran bandorê li gotûbêjên gengaz ên bi Îranê re nake
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku xistina balafirên wan ên şer a ji aliyê Îranê ve, bandorê li ser dan û standinên gengaz ên bi birêvebiriya Tehranê re nake.

Trump bi rêya telefonê beşdarî weşana televîzyona NBCyê bû û li ser rojevê axivî.
Wî di axaftina xwe de hûrgiliyên derbarê xebatên lêgerîn û rizgarkirina tîmên her du balafirên ku ji aliyê Îranê ve hatine xistin eşkere nekirin.
"Em di rewşa şer de ne"
Serokê Amerîkayê êrişên li ser Îranê wekî "operasyoneke leşkerî ya gur û hûr" pênase kir.
Trump her wiha li ser şêwazê weşandina nûçeyên têkildarî vê rûdanê yên di medyaya Amerîkayê de dilgiraniya xwe anî zimên.
Trump destnîşan kir ku xistina balafiran li pêşiya dan û standinan nabe asteng û got:
"Nexêr, dê qet bandorê neke. Nexêr, ev şer e. Em di rewşa şer de ne."
Nûvekirina herî dawî: 11:56:15






































































































































































