Viyan Sebrî: PDKê gotûbêja li gel ti aliyekî siyasî yê Iraqê red nake

Seroka Fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê ragehand, partiya wan hevdîtin û danûstandinên li gel ti aliyekî Iraqê wek xeta sor nabîne û deriyê gotûbêjê ji bo hemû aliyan vekiriye.

16 Hezîran 2022 - 08:24
16 Hezîran 2022 - 08:24
 0
Viyan Sebrî: PDKê gotûbêja li gel ti aliyekî siyasî yê Iraqê red nake

Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Dr. Viyan Sebrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’PDK naha jî û dema nav hevpeymaniya sêalî de jî bû, li gel ti aliyekî Iraqê deriyê gotûbêjan danexistibû.’’

Herwaha belge jî nîşan da ku dema borî de berdewam şandeyên Iraqê serdana PDKê û Serok Barzanî bixwe jî kirine, ji ber wê jî ‘’Ji bo vê qonaxê jî PDK gotûbêja li gel ti yek ji aliyên Iraqê red nake.’’

Seroka Fraksiyona PDKê diyar kir, baweriya partiya wan bo gotûbêj û li hevtêgeheştinê heye û li ser wî bingehî jî ti demekî deriyê gotûbêjan danaxe.

Ev nûçe bi tevahî 669 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:22:22