Ehmed Şer telefonî Nêçîrvan Barzanî kir û êriş şermezar kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer bi telefonê axivîn û Ehmed Şer êrişên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin.

7 Avrêl 2026 - 11:00
7 Avrêl 2026 - 11:00
 0
Ehmed Şer telefonî Nêçîrvan Barzanî kir û êriş şermezar kirin

Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer doh êvarî telefonî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan rewşa herêmê û rûdanên dawî yên şer û bandorên wî nirxandin.

Wan bal kişand ser girîngiya xurtkirina hewlên dîplomatîk ên ji bo rawestandina şer û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan.

"Êrişên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin"

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku her du aliyan bal kişandiye ser li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê û got:

"Serok Şer di vê çarçoveyê de, êrişên ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin şermezar kirin."

Serokatiyê diyar kir ku “Rewşa Kurdan û pêkhateyên li Sûriyeyê, pêwendiyên Sûriyeyê yên li gel Îraqê” û “çend mijarên xwedî girîngiya hevbeş” jî mijarên din ên vê pêwendiyê bûn.

 

Ev nûçe bi tevahî 13 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:03:21