Li Meletiyê pevçûna çekdarî: 5 kes birîndar bûn

Li navçeya Keferdizê ya Meletiyê, di navbera du koman de pevçûna çekdarî derket û di encamê de li gel 4 kesan çawişekî pispor jî birîndar bû.

9 Avrêl 2024 - 07:15
9 Avrêl 2024 - 07:15
 0
Li Meletiyê pevçûna çekdarî: 5 kes birîndar bûn

Li gundê Axavatê yê navçeya Keferdizê, du komên ku pêştir ji ber muxtariyê di navbera wan de neyartî hebû pev çûn.

Di pevçûnê de çek hatin bikaranîn.

Di encamê de Z.T, S.D, E.T û M.Î. û çawîşê pispor K.K.yê ku midaxeleyî bûyerê kir bi çekê birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê birîndarên bûyerê veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê û Navenda Tipê ya Turgut Ozalê

Li gundê Axavatê ji aliyê cendirmeyan ve tedbîrên ewlehiyê hatin girtin.

Ev nûçe bi tevahî 596 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:00:38