Wezareta Pêşmerge: Heta niha 20 lîwayên Pêşmerge hatine yekxistin

"Sala bê jî dê hemû hêzên yekeyên 70 û 80 bên yekxistin."

3 Tebax 2022 - 03:25
3 Tebax 2022 - 03:25
 0
Wezareta Pêşmerge: Heta niha 20 lîwayên Pêşmerge hatine yekxistin

Cîgirê Rêveberê Giştî yê Mîre yê li Wezareta Pêşmerge Ferman Ferhad ji Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihand, heta niha 20 lîwayên hêzên Pêşmerge bi hevahengiya Hêzên Hevpeymanan hatine yekxistin û du lîwayên din jî di bin proseya yekxistinê de ne.

Biryar e sala bê, bi hevahengiya Wezareta Pêşmerge û Serokerkaniyê, hemû hêzên yekeyên 70 û 80 bi ser Wezareta Pêşmerge de bin.

Ferman Ferhad eşkere kiriye: “Di Kabîneya Nehem de girîngiyeke mezin bi rahênan û perwedeya hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê hatiye dayîn, ev jî bi hevbeşiya ligel Hêzên Hevpeymanan, heta niha zêdetirî %60ê hêzên Pêşmerge beşdarî rahênan û perwerdeya serbazî bûne û ev prose didome.”

Herwiha diyar kiriye ku hemû hêzên Pêşmerge hatine bihêzkirin û bi temamî amade ne ji bo rûbirûbûna hemû gefên dijminên Kurdistanê, ku niha çekên pêwîst û girîng li ber destê Pêşmerge hene.

Ev nûçe bi tevahî 797 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:03:04