Wezareta Tenduristiyê amarên qurbaniyên teqîna Silêmaniyê ragehand
Şeva bori 17.11.2022yê Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amarên qurbaniyên teqîna li Silêmaniyê ragehand.

Daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat ragehandin: ‘’Mixabin heta naha 4 hemwelatiyan ji ber bûyera li bajarê Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dane û 9 birîndar jî geheştine nexwaşxaneyê û ji wan 9 birîndaran 2 kes di bin çavdêriya hûr de ne.’’
Herwaha hat ragehandin, ku tîmên ambulans û bijîşkên hewarçûnê yên Silêmaniyê karê lêgerîn û hewarçûna birîndaran de berdewam in.
Nûvekirina herî dawî: 05:48:05