Xarpêt: Êrişî çayxaneyê hat kirin: 3 kes birîndar bûn

Li bajarokê Hoxikê yê Xarpêta Bakurê Kurdistanê hinek kesan bi çekan êrişî çayxaneyekê kir û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

23 Mijdar 2023 - 09:33
23 Mijdar 2023 - 09:33
 0
Xarpêt: Êrişî çayxaneyê hat kirin: 3 kes birîndar bûn

Derengiya şeva borî, li Taxa Baglerê ya bajarokê Hoxikê hinek kes bi otomobîlê çûn ber çayxaneyê û wan bi çifteyan gule li çayxaneyê reşandin.

Piştî êrişê ew kes ji cihê bûyerê reviyan.

Di encamê de sê kesên bi navên M.A.,R.Ç. û A.Ç. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr.

Heta niha kesên êrişkar nehatine desteserkirin.

Ev nûçe bi tevahî 799 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:45:27