Serok Barzanî pêşwaziya Marşal Sammy Sampson dike

Serok Barzanî pêwaziya Şêwirmendê Mezin ê Bergiriyê yê Brîtanyayê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û şanda pê re ya serbazî dike.

24 Mijdar 2023 - 05:16
24 Mijdar 2023 - 05:16
 0
Serok Barzanî pêşwaziya Marşal Sammy Sampson dike

Duh roja Pêncşemê, 23ê Mijdara 2023ê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Şêwirmendê Mezin ê Bergiriyê yê Brîtanyayê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Marşal Sammy Sampson û şanda pê re kir.

Baregeha Barzanî parve kiriye ku di wê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Îraqê û deverê û dawî pêşhatên ewlehiyê li ser astê Îraqê û deverê hatin behskirin.

Di wê hevdîtinê de, ronahî berda ser çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û hevahengiya navbera Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û Hêza Hevpeymanan û artêşa Îraqê. Şanda mêvan tekez li ser berdewamiya piştevanî û hevahengiya navbera Hêzên Hevpeymanan û Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê kir.

Ev nûçe bi tevahî 883 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:10:07