Yekgirtû: Tu hêz nikare encamên referandûmê betal bike!

Endamekî polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dibêje, ti kes û dezgehek nikare encamên referandoma serxwebûna Kurdistanê hilweşîne.

21 Mijdar 2017 - 03:56
21 Mijdar 2017 - 03:56
 0
Yekgirtû: Tu hêz nikare encamên referandûmê betal bike!

Endamê polîtburoya Yekgirtû Xelîl Îbrahîm li ser biryara dadgeha federalî ya Iraqê li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê ji BasNewsê re got, biryara dadgeha federlî ya Iraqê siyasî ye, ya din jî ti kes û dezgehek nikare referandoma serxwebûna Kurdistanê hilweşîne ji ber ku referandom, biryara gelê kurd e.

Xelîl Îbrahîm her wiha got, çi tê serê me ji neyekbûna me tê serê me. Divê em xwe bikin yek û xeletiyên xwe bizanin û sererast bikin.

Wî rayedarê Yekgirtû bang li hikûmeta Kurdistanê jî kir, amadekariyên xwe bo danûstandin bi Bexdayê re pêk bîne.

Ev nûçe bi tevahî 1483 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:41:24