YNK: Ji ber nebûna PDKê li Kerkûkê me ziyanên mezin dîtin!

Cîgirê Berpirsê Malbenda 2 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê Cemal Şukir radigihîne, gelekî pêwîst e Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê hebe, ji ber ku di dema borî de û ji ber nebûna PDKê me gelek ziyan li Kerkûkê dîtin.

23 Tebax 2018 - 03:14
23 Tebax 2018 - 03:14
 0
YNK: Ji ber nebûna PDKê li Kerkûkê me ziyanên mezin dîtin!

Cemal Şukir ji K24ê re got: “Di destpêkê de bi me xweş e ku hemû partiyên Kurdistanê vegerin Kerkûkê, bi taybet PDK, hem wek Kerkûkiyan û hem jî wek Kurd me gelek ziyan ji nebûna PDKê dîtin.”

Herwaha got: “Me daxwaz kir PDK vegere Kerkûkê û Encûmena Parêzgehê bê çalak kirin, ji ber ku ew êşa niha li Kerkûkê heye, beşeke mezin jî bi sedema encûmena ku niha li Kerkûkê heye ye. Loma divê Encûmena Parêgeha Kerkûkê vegeriyaba Kerkûkê û parêzgarekî Kurd hatiba danîn.”

Cîgirê Berpirsê Malbenda 2 ya YNKê li Kerkûkê amaje bi wê jî da: “Piştî 16ê Cotmehê, li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê gelek pirsgirêk ji Kurd û destkeftên wî re çêbûn, ji ber wê em pêşwaziya germ li vegera PDKê dikin û pêwîst e Encûmena Parêzgehê bicive, ku bikarin parêzgarekî Kurd hilbijêrin û mafên netewî biparêzin.”

Ev nûçe bi tevahî 891 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:29:34