Tifaqa Kurdên Bakurî…

5 Aralık 2025 - 12:12
5 Aralık 2025 - 12:12
 0
Tifaqa Kurdên Bakurî…

Bangeke Lezgîn.                                                        

Rewşa ku îro Gelê Kurd tê re derbas dibe, derûniya ku Netewa Kurd bi berfirehî dijî, travmayên ku heta niha Gelê Kurd jiyane, bi rastî barê siyaseta Kurdan hîna girantir dike. Weke encamên vê rewşê jî, êş û azarên ku ji hemû Kurdan re îro hevbeş in, bi xwe re hinek armancên hevbeş jî derdixînin pêşberî siyaset a Kurdî. Armancên hevbeş jî bêyî xebata hevbeş nabin pêkan. Tekez ji bona doza mafên hevbeş, ji bona pêşeroja gelê Kurd, divê Kurd bi hevdû re tifaqeke mayînde avabikin û di hemû beşên xebatê de pêvajoyekî nû jî dest pê bikin. 

Avakirina tifaqên netewî ji bona hemû Kurdan hilbet nirxekî gelekî payebilind e. Di doza netewî de wêneyên bi hevdû re moralê gelê Kurd her berz dike. Ji ber vê yekê jî divê em bi hevdû re Tifaqa Kurdên Bakurî bi lezgînî bihûnin. Piştre jî, em bi hevdû re dikarin bigîhêjin armancên xwe yên hevbeş û Kurdewar.Wê gavê rê û derfetên siyasî li ber me hemûyan vedibin. Baş têzanîn ku wê gavê çarenivîsa Kurdan bi hevdû re dikeve nava pratîka siyaseta netewî û civakî.

Dîsa baş tê pêşbînîkirin ku di pêşeroja Kurdan û di erdnigarîya Rojhilata Navîn de, an em ê weke netew li vê erdnigariyê bêmaf bimînin an jî em ê mafê netewî bi hevdû re bi dest bixînin. Hilbijartina vê pêşerojê bi rastî di avakirina tifaqên mayînde re derbas dibe. Ev xwesteka Gele Kurd di destê tevgera Kurdî ya siyasî de ye… An em ê bi vê pratîka xwe rê li ber tifaq, yekitî û mafên netewî vekin an jî wê li himberî doza Kurdan projeyên asîmîlasyon û tunekirinê bi ser dikevin…

Hilbijartin bi rastî di destê me de ye! Di vê mijarê de em hemû jî bi hevdû re berpirsyar in!  

Hemû Kurdên xwedî hişmendîyeke rasteqînî baş dizanin ku bêtifaqîya me dijminê Gelê Kurd bihêztir dike. Bêtifaqîya Kurdan pêşî dilê dijminên me xweştir dike, dijminên Kurdan bi vê bi bêtifaqîyê bi dilgermî jî şa dibin. Ji ber gelek kêmasiyên me, berberiya navxweyî, belawelabûna tevgerên siyasî û rewşenbîrî, xebatên me bê encamên dimînin. Weke ku nivîskarê Kurd Ehmedê Xanî jî gotibû; heke hebûna tifaqake me… Divê em bi hemû rêbazên ku li ber destê me ne, xeyala Ehmedê Xanî teqez bicîh bînin. Heta niha me bi sedan salan qala tifaqan kirîye, li ser vê mijarê niqaş kiriye lê me ev tifaqa mayinde hîna jî ava nekirîye. Ma xêr e gelo!? Ev çi sistî ye? Ev çi sergêjekî ye? Ka gelo hişmendîya netewî ya Kurdan li kîjan deverên tarî winda bûye?

Ev rastîya tifaqên mayînde di hemû dîrok û pratîka gelên bidest de eşkere xuya dike. Rê nîşanî Kurdan jî dide. Bêtifaqî tekez malkambaxîye. Dîroka mirovatîyê bi rastî dîtyarê vê rastîyê ye. Heta niha tu neteweyên li Dinyayê bêyî tifaqên mayînde nikaribûn zora dagirkerên welatê xwe bibin, bigîhêjin mafê xwe yên netewî û welatê xwe jî azad bikin. Ji ber van sedeman hemû tifaq û bi taybet jî Tifaqa Kurdên Bakurî ji bona doza Kurdan pirsa man û nemanê ye. Heke gelê Kurd bixwaze hebûna xwe bi rastî biparêze, divê demildest tifaqa xwe ji bona mafê netewî saz bike.

Tifaqa Kurdên Bakurî hilbet nê tenê ji bona partî û komikên siyasî ye. Di nava Tifaqa Kurdên Bakurî de divê qadroyên Kurdan yên ku di civaka me de çalak in, çi di nava partî û komikan de bin û çî jî li derveyî rêxistînên siyasi bin, divê em wana bînin cem hevdû. Divê ev qadro li hevdû bibanin. Divê ev qadro hevdû baş nas bikin. Divê bêşik amintî û bahwerî di nava qadroyên Kurdan de gav bi gav geş bibe…

Belê, Tifaqa Kurdên Bakurî ne tenê divê siyasî be. Tifaq divê karibe bi xebata xwe, mirovên ku ji bona doza Kurdan di hemû warên kultur, perwerde, ziman, huner, sosyal, medya, ekonomi ûhw de hene, di nava tevnekê de bixîne nava xebateke Kurdewar.Ev tifaq di siyaseta xwe de û di xebatên civakî de nasnamê û nirxên Kurdî her bi pêşde bibe.Tifaq divê berjewendiyên welat û xelkê xwe biparêz e. Di vê tevgerê de her kes li gorî zanebûna xwe, her kes li gorî jêhatbûna xwe, her kes li gorî derfetên xwe xizmetê ji doza netewî re bike.

Ji ber wilo jî divê Tifaqa Kurdên Bakurî karibe li gorî jêhatbûna kesan kar ji wana bixwaze, xizmetê ji wana bixwaze, alikarîyê ji wana bixwaze. Her kes li gorî jêhatbûn û zanebûna xwe di nava çalakîyan de cîhê xwe bigire. Divê em hemû derfetên xwe ji bona mafên netewî hevbeş bikin. Saziyên hevbeş ava bikin. Divê siyaset a Kurdên Bakurî ji bona qadroyên rast, dirust, zana û mirovên ku xwediyê exlaqekî hevkarîyê ne rê û rêçikan veke û wana bixe nava xebateke Kurdewar.

Tifaqa Kurdên Bakurî divê bi hemû awayên bibe pêvajoyeke siyasî û organîk. Doz û xebata Kurdan divê tucaran nebe pêvajoyeke mekanikî! Qadroyên Kurdan divê bi tevgera siyasî re, li hemû perçeyên Kurdistanê di nava têkilîyên organîk de bin. Ji bona doza welatê me, ji bona netewa me, ji bona dîroka me, ji bona azadî û rizgarbûna me, divê doza me bi xwe jî organik be! Hemû formatên vê dozê, hemû şax û perên vê dozê, bi hevdû vê girêdayî ne. Kurdîstan welatek e, Kurd neteweyek in û divê weke hemû neteweyên Dinyayê jî bigîhêjin mafên xwe yên xwe. Divê ev doz û xebat li ser vê têgîhiştinê pêş de biçe.

Avakirina tifaqên netewî nikare bibe warê kêyfîbûnê, gazin kirinê, sistbûnê, wext derbaskirine û hicet afirandinê. Tifaq avakirin ji ber neçarîya me ye, ji ber pêwistîbûna karên hevbeş e, ji rast têgihiştina rewşa me ye lawaz e û ji bona geşkirina hêviyên netewî ye. 

Divê em hemû bi hevdû re ji berjewendiyên xwe yên takekesî û rêxistinî bi dûr bikevin. Ev konaxa ku gelê me tê re derbas dibe, vê helwestê ji me hemûyan dixwaze. Bila her kes û rêxistin hebûna xwe biparêzin lê di pratika xwe de, di helwestên xwe de nekevin himberî doz û xebata hevbeş. Weke ku têzanîn doza hevbeş ya hemû Kurdên dilsoz e, divê em bi rêgez û bahwerî vê tifaqa mayîn de ya Kurdên Bakurî bi hevdû re jî avabikin.

Bê avakirina Tifaqa Gelê Kurd wê pêşeroja me hemûyan jî di xeterê de be!

Gotina bav û kalan dibêje. “qenc kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro!”

Bi rastî. Wê Tifaqa Kurdan bi xwe re her qenciyê ji gelê Kurd re bîne. Wê asoya Kurdan her baştir xuya bike û sterkên li ezmanê Kurdistanê jî wê zelaltir şewq bidin!

Hüseyin Akıncı

Şerefxan Cizîrî  

 

 


Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Bu yazı toplam 1 kişi tarafından görüldü.
Son güncellenme: 12:12:25