Biryar e Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)ê di nava vê heftiyê de bicivin û pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin.
Li gor çavkaniya zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, civîn wê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi navbeynkariya parlamentera serbixwe ya Kurd Leyala Zana û Şaredarê Amedê Osman Baydemir li bajarê Hewlêrê bê lidarxistin.
Di 3yê vê mehê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi şandeke ENKSê re civiya û derbarê nakokiyên di navbera ENKSê û PYDê gotûbêj kirin. Di wê civînê de Barzanî gotibû ku Leyala Zana û Osman Baydemir dixwazin di navbera ENKSê û PYDê de navbeynkariyê bikin.
Di civîna vê heftiyê de, wê berpirsên PYDê û endamên komîteya têkiliyên derve ya ENKSê, hewl bidin nakokiyên di navbera xwe de û astengiyên li ber karê Desteya Bilind a Kurd (DBK) çareser bikin.
Çavkaniyeke agehdarî amadekariyên wê civînê ji Rûdawê re got “Civîn li ser daxwaza PYDê dê were lidarxistin, ji ber li Rojavayê Kurdistanê cih li PYDê teng bûye û ew herwiha dixwaze tevlî kongreya Cenêv2 bibe”.
Çavkaniyê diyar kir ku ew dixwazin Leyala Zana û Osman Baydemir di civînê de amade bibin û li ser rêkeftina ku wê bigihêjine de şahid bin “ji bo ku PYDê wek berê xwe ji rêkeftinê venedize û vê carê pêgirê rêkeftinê be”.
Li gor heman çavkaniyê ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin, “PYDê daxwaza vê civînê kiriye ji ber ku opozîsyona Sûriyê dibêje PYDê girêdayî rejîmê ye û di bin sêbera wê de kar dike û nabe di nav şanda opozîsyonê de tevlî kongreya Cenêv2 bibe, lewra PYDê dihese ku ew bi tena xwe maye û nikare xwe bigihîne Cenêvê û dixwaze bi ENKSê re li hev were ji bo ku Kurd bi yek şandê beşdariya wê kongreyê bikin”.
Çavkaniyê herwiha got “Baweriya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi PYDê nemaye, bi taybet ku ev demeke rejîm çalakiyên xwe li bajarê Qamişlo zêde kirine û vê dawiyê jî wezîrên Sûriyê serdana bajêr kirin û deriyê sînor jî vebû û di bin kontrola rejîmê de ye”.
Bi gotina heman çavkaniyê, ji ber van hemû pêşhatên nû “PYDê dihese ku êdî helwesta wê li Rojavayê Kurdistanê qelis bûye û naçare bi ENKSê re li hev bike û bigihe rêkeftinekê”.
DBKê di tîrmeha sala 2012an de bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di navebra ENKSê û PYDê de hat avakirin, lê ev zêdetirî 8 mehane karên DBKê rawestiyane.
ENKSê, PYDê bi wê yekê tometbar dike ku wê bi karên xwe yên tekalî DBKê rawestandiye, lê PYDê dibêje ku karê ENKSê gelek siste û ew nikarin bi vî awayî bi wan re kar bikin. Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.