5 terorîstên DAIŞê li Kerkûkê hatin girtin

Li gorî zanyariyên berdest yek jê emîr 5 endamên rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Kerkûkê hatin desteserkirin.

8 Sibat 2017 - 04:15
8 Sibat 2017 - 04:15
 0
5 terorîstên DAIŞê li Kerkûkê hatin girtin

Polês û asayîşa Kerkûkê yek jê emîr 5 endamên rêxistina terorîst a DAIŞê ku destên wan di kuştina welatiyan û teqandina malên karmendên saziya ewlehiyê de hebû girtin.

Li gorî daxuyaniya rêveberiya polêsên qeza û nahiyeya Kerkûkê ragihand, di çalakiyekê geran û pişkinînê li nav bajarê Kerkûkê de hêzên mê 5 endamên terorîst girtine li gor xala 4 a terorê. Destên wan girtiyan di darvekirin û gulebarankirina welatiyan û teqandina malên karmendên dezgeha ewlehiyê li bajarokê Hewîceyê de, hebûye."

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku:"Yek ji wan girtiyan, berpirsê gehandina agahiyên înternêtî yê rêxistina DAIŞê bûye di Hewîceyê de û di şerên sînorên wê bajrokê û nahiyeya Reşadê û Beşîrê û Mekteba Xalidiyê de beşdar bûye.

Ev nûçe bi tevahî 1586 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:54:26