Ahmet Ozer piştî salek û 10 rojan hat berdan

Dadgeha 1emîn a Cezayê Giran a Stenbolê ku îdianameya Azîz Îhsan Aktaş qebûl kir, derbarê Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer biryara berdanê da.

12 Mijdar 2025 - 10:57
12 Mijdar 2025 - 10:57
 0
Ahmet Ozer piştî salek û 10 rojan hat berdan

Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer bi şev ji girtîgehê derket.

Dadgeha 1emîn a Cezayê Giran a Stenbolê bi biryara xwe derbarê Ahmet Ozer û hinek gumanbarên din biryara berdanê da.

Daxuyaniya yekem a Ozer

Ozerê ku piştî salek û 10 rojan hat berdan, piştî derketina ji girtîgehê ev daxuyanî da:

"Piştî salek û 10 rojan ez li derve me. Tiştê herî xweş ê cîhanê azadî ye.

Ez îro nikarim şahiya azadiyê bi tevahî bijîm. Min nîvê dilê xwe li hundir hişt.

Di serî de Îmamoglu, Zeydan Karalar û şaredarên me yên navçeyan, burokrat û dostên me yên din li hundir in.

Ez vê şahiya azadiyê bi tevahî najîm. Bi taybetî jî tabloya ku îro bi weşandina îdianameya derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê derket holê, xemgîn e.

Di pêvajoya ku welatê me tê re derbas dibe de, pêdiviya me bi hiqûq, demokrasî û ewlehiya hiqûqî heye.

Pêdiviya me bi xebitandina demokrasiyê bi hemû rêgezên wê heye.

Yek ji xemgîniyên min ên herî mezin ew bû ku min nikarîbû piştgiriyê bidim pêvajoyê.

Ez spasiya Birêz Bahçelî dikim. Ez dixwazim diyar bikim ku daxuyaniyên Birêz Fetî Yildiz ên ji bo ewlehiya hiqûqî, ji bo kesên li hundir roleke mezin lîstine.

Ez hêvî dikim ku di pratîkê de bibandor be.

Bi min re hevalên min ên li Esenyurtê jî hatibûn girtin. Cîgirê me yê nexweşê dil û midûrên me li hundir man.

Ji ber wê şahiya min nîvco ye. Ez hêvî dikim ku heq û hiqûq bi cih bibe. Li Esenyurtê û li ÎBByê jî dê edalet pêk were.

Hêvîdar im hem ji bo min, hem ji bo gelê Esenyurtê û hem jî ji bo 14 şaredariyan biryarek derkeve.

Dawî li vê xesbkirina îradeyê bê anîn. Ez spasiya Serokê me yê Bajêr Ozgur Çelîk û Serokê me yê Giştî dikim.

Têkoşîna azadî û demokrasiyê têkoşîna herî bi rûmet a mirov e.

Em dê ji bo ku mirov di nav aştiyê de bijîn çi ji destê me bê bikin."

Lêpirsîna Azîz Îhsan Aktaş piştî 10 mehan bi dawî bû

Pêvajoya ku bû sedema girtina Şaredarê Beşîktaşê yê CHPyî Riza Akpolat, Şaredarên Esenyurt, Gazîosmanpaşa, Avcilar, Seyhan û Ceyhanê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar û di raya giştî de wekî "lêpirsîna Azîz Îhsan Aktaş" tê zanîn, piştî 10 mehan bi dawî bû.

Di îdianameya 578 rûpelî de ku ji 14 sûcên cuda yên wekî avakirina rêxistinê, bertîl, sextekarî di îhaleyan de û spîkirina pereyan pêk tê, bi giştî 200 kes wekî gumanbar hatin nîşandan ku 40 ji wan girtî ne.

Di îdianameyê de ji bo Azîz Îhsan Aktaş heta 704 salan û ji bo Şaredarê Beşîktaşê Riza Akpolat jî heta 415 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.

Rûniştina yekem dê li Sîlîvriyê bê kirin

Dadgehê ragihand ku rûniştina yekem dê di navbera 27ê Kanûna Paşîn û 20ê Sibatê de li salona Girtîgeha Marmarayê ya li Sîlîvriyê bê kirin.

Ji bo Ozer ji ber 'wergirtina bertîlê' biryara neşopandinê hatibû dayîn.

Di beşa notan a îdianameyê de hat diyarkirin ku derbarê 12 kesan ku di nav de Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer jî heye ji ber tohmeta "wergirtina bertîlê" biryara neşopandinê hatiye dayîn.

 

 

Ev nûçe bi tevahî 9 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:05:42