Akrê: Du keçên ciwan di avê de xeniqîn

Berdevkê polîsê Akrê aşkera kir, du keçên ciwan ku hevalên hev bûn, bi armanca melevanî û avjenî kirinê dikevin golekê û herdu jî xeniqîn.

24 Tebax 2023 - 09:02
24 Tebax 2023 - 09:02
 0
Akrê: Du keçên ciwan di avê de xeniqîn

Berdevkê polîsê Akrê Muqadem Îmad Husên ji BasNewsê re ragihand, ‘’Derengê şeva borî, du keçên ciwan ên bi navên Henan Remezan a 23 salî û Xelat Şeiban a 20 salî, ku hevalên hev bûn li sînorê Akrê ji bo melevanî bikin dikevin nav goleke avê, lê herdu jî dixeniqin.’’

Hat ragihandin, tîmên berevaniya şaristaniya Akrê karîn termê herduyan ji avê derbixin û naha ji bo bijîşkê dadî hatine şandin.

Ev nûçe bi tevahî 632 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:22:13