Amed - Êrişî tesîsa şaredariyê kirin: Birîndar hene

Êrişî tesîseke civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye kirin û di encama êrişê de birîndar hene.

22 Tîrmeh 2026 - 10:38
22 Tîrmeh 2026 - 10:38
 0
Amed - Êrişî tesîsa şaredariyê kirin: Birîndar hene

Li gorî agahiyan, bûyer êvarî li tesîseke Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya li Fîskayayê çêbûye.

Hat ragihandin ku kes an jî kesên çekdar çûne tesîsê û bi çekan êrişî karmendan kiriye.

Di encama êrişê de 2 karmendên tesîsê birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, karmendek ji destê xwe û yê din jî ji lingê xwe birîndar bûye.

Birîndar piştî êrişê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.

DEM Partî dê daxuyaniyê bide

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dê îro saet 13:00an li tesîsa ku êriş lê hatiye kirin daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

 

Ev nûçe bi tevahî 58 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:51:25