Amed: Ji cihê şînê derdiketin, otomobîlê li wan xist: 3 mirî

Li navçeya Çinarê ya Ameda Bakurê Kurdistanê otomobîlekê li kesên ku ji cihê şînê derdiketin xist. Di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest da.

18 Îlon 2023 - 08:15
18 Îlon 2023 - 08:15
 0
Amed: Ji cihê şînê derdiketin, otomobîlê li wan xist: 3 mirî

Li Çinarê, otomobîleke ku plakeya wê û navê ajovanê wê hîn nehatine diyarkirin li kesên ku ji cihê şînê derdiketin û derbasî aliyê din ê rêyê dibûn xist.

Di encama qezayê de 3 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Her sê birîndaran jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Ev nûçe bi tevahî 972 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:56:04