Arecî ji Hewlêrê: Êrîşên li ser Kurdistanê ziyanê digihînin navûdengî û aboriya Iraqê
Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî, ku bi serokatiya şandeyeke payebilind a ewlehiyê serdana Hewlêrê kiriye, ragihand ku êrîşên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê "ziyanê digihînin navûdeng û aboriya Iraqê."

Şandeya payebilind a Iraqê, îro 28ê Tîrmeha 2025an, ji bo lêkolînkirina êrîşên dawî yên bi dronan ên li ser kêlgehên petrolê, serdana Hewlêrê kir.
Di konferanseke rojnamevanî de, Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî got: "Em îro li Hewlêrê ne, ji bo gotûbêj û lêkolînkirina êrîşên bi dronan ên li ser kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê. Ev êrîş ziyanê digihînin navûdeng û aboriya Iraqê."
Arecî tekez kir jî, divê êrîşkar bigihîjin cezayê xwe û got: "Em van êrîşan şermezar dikin, çi ji nav Herêma Kurdistanê bin, çi ji derveyî wê bin."
"Hêza Herêma Kurdistanê, hêza Iraqê ye"
Qasim Arecî herwiha spasiya Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ji bo hemahengiya wan a bi Bexdayê re û got: "Em piştrastiyê didin ku hêza Herêma Kurdistanê, hêza Iraq û Bexdayê ye."
Amaje bi wê yekê jî kir jî, her êrîşeke li ser berjewendiyên Iraqê, berjewendiyên tevahiya gelê Iraqê dixe metirsiyê. Ji ber vê yekê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, bi rêya komîteya lêkolînê, "rijd e li ser destnîşankirina wan aliyên" ku li pişt êrîşan in. Da zanîn jî, wan derbarê zanyariyên ku ji aliyê berpirsên Herêma Kurdistanê ve hatine pêşkêşkirin, gotûbêj kirine.
Şandeya payebilind a Iraqê, îro danê sibê gihîştibû Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve hatibû pêşwazîkirin. Di şandeyê de Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Qeys Mihemedawî û hejmarek berpirsên din ên ewlehiyê yên Iraqê jî amade bûn.
Nûvekirina herî dawî: 22:51:24