Îranê bi mûşekên balîstîk êrîşî bingeheke Amerîkayê li Urdinê kir
Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, wan bi çend mûşekên balîstîk bingehê asmanî yê artêşa Amerîkayê li welatê Urdinê armanc girtiye. Ev êrîş di demekê de ye ku hewildanên dîplomatîk ji bo kêmkirina rageşiya navbera her du welatan berdewam in.
Supaya Pasdaran îro 29ê Tîrmeha 2026an di daxuyaniyekê de gef xwar û got: "Heke liv û tevgera hêzên Amerîkayê li dijî berjewendiyên me berdewam bike, em ê êrîşên xwe hîn zêdetir bikin."
Ji aliyê xwe ve, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) piştrast kir ku mûşek saet 12:45ê piştî nîvê şevê (bi dema Urdinê) hatine avêtin. CENTCOMê diyar kir, sîstema berevaniya asmanî ya Amerîkayê karî hemû mûşekan bi serkeftî di asman de bixîne û ti ziyanên canî an madî negehiştine bingeha wan a leşkerî.
Malpera "Axios" ji zarê berpirsekî Amerîkayê ve ragihand, ev êrîş dibe sedema hilweşandina wê aramiya demkî ya ku van rojan hebû. Ev bûyer tenê çend rojan piştî biryara Serokê Amerîka Donald Trump tê, ku ji bo şansekî bide dîplomasiyê, êrîşên asmanî yên li ser Îranê rawestandibûn.
Trump roja Duşemê gotibû ku "diyalogeke baş" di navbera Waşington û Tehranê de heye, lê hişyarî dabû ku eger rêya dîplomatîk biser nekeve, dê bombebaran dîsa dest pê bikin. Îranê jî hebûna her cure danûstandineke rasterast red kiribû.
Nûvekirina herî dawî: 00:57:54