Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoza Awustralyayê li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Berçile pêşwazî li Balyoza Awustralyayê li Iraqê Paula Ganley kir ku bi boneya bidawîhatina erkê xwe serdan kiribû.

7 Berfanbar 2023 - 09:22
7 Berfanbar 2023 - 09:22
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoza Awustralyayê li Iraqê kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hewlên Balyoza Awustralyayê yên ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî kir û hêviya serkeftinê di erkê wê yê paşerojê de jê re xwest.

Balyoza Awustralyayê amadehiya welatê xwe ji bo bihêzkirina têkeliyên ligel Herêma Kurdistanê, di warê veberhênan û bazirganiyê de nîşan da.

Di mijareke din a civînê de, dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û tekez li ser şandina mûçeyê fermanberên Herêmê hate kirin, da ku êdî zilm li wan neyê kirin û mafên wan neyê binpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 670 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:56:04