Asayîşa Herêma Kurdistanê: Êrişkarê Cejna Ekîtoyê ji DAIŞê ferman wergirtiye
Konseya Asayîşa Herêma Kurdistanê lixwemikurhatinên êrişkarê Cejna Ekîtoyê ya li Dihokê bi raya giştî re parve kir.

Konseya Asayîşa Herêma Kurdistanê got, “Êriş ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve hatiye plankirin û êrişkar ferman ji serkirdeyekî DAIŞê wergirtiye.”
Di dema pîrozbahiyên Cejna Ekîtoyê yên li bajarê Dihokê de 1ê Nîsanê êrişek hat kirin û di bûyerê de du kes birîndar bûn.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Konseya Asayîşa Herêma Kurdistanê ve hat weşandin de hat gotin:
“Ev êrişeke terorîstî bû û êrişkar ji aliyê DAIŞê ve hatibû şandin.
Êrişkar, ferman ji serkirdeyekî DAIŞê wergirt.”
Konseyê ragihand ku êrişkar “Luay Ebdulrehîm” e û bi nasnavê “Ebû Cuheymanê Baxuzî” tê naskirin.
Êrişkar li xwe mikur hat û bi Erebî got:
“Ez berê li Qamişloyê dijiyam, niha jî li Kampa Domizê dijîm.
Sala 2024an bi rêya sepanên sohbetê min bi DAIŞê re têkilî danî û ez tevlî rêxistinê bûm.”
Êrişkarî her wiha got, “Min dersên şerîet, cîhad û ewlehiyê wergirtin. Ez bi êrişa Xirîstiyanan hatim wazîfedarkirin.”
Cejna Ekîtoyê wekî serê sala nû ya Babîl-Asûrî tê zanîn û her sal 1ê Nîsanê tê pîrozkirin.
Di vê cejnê de festival û çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin.
Nûvekirina herî dawî: 05:29:35