Asayîşa Silêmaniyê tohmetbarekî DAIŞê desteser kir

Rêveberiya Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê ragihand, kesek li navçeya Çemçemalê bi tohmeta belavkirina dirûş û peyamên grûpa terorîst a DAIŞê hat desteserkirin.

2 Îlon 2022 - 03:30
2 Îlon 2022 - 03:30
 0
Asayîşa Silêmaniyê tohmetbarekî DAIŞê desteser kir

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê, tohmetbar M.E.E. li ser Tiktokê çend vîdeo belav kirine ku dirûşm û peyamên grûpa terorîst a DAIŞê û gefa kuştin û serjêkirinê tê de hene.

Hêzên Asayîşê piştî lêkolîn û wergirtina rizamendiya dadgerê Dadgeha Lêkolînê, li gor yasaya têkoşîna li dijî terorê, di operasyoneke taybet de roja 27ê Tebaxa 2022yan li navçeya Çemçemalê tohmetbar dester kiriye.

Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê destnîşan kiriye ku di lêpirsînê de tohmetbar li tawana xwe mikur hatiye û çendîn vîdeoyên din jî di telefona wî de hatine dîtin.

Ev nûçe bi tevahî 832 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:06:31